Qeyûman, şaredariyên Sêrt, Misric, Hawêl û Îdirê dagir kirin

Corona jî rê li ber kirin û zextên AKP’ê negirt, berovajî wê, ji xwe re dema Corona derfet dîtine ku zextên xwe zêde bikin û şaredariyên HDP’ê deteser bikin. Qeyûman şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Misirc, Hawêl û Îdirê dagir kirin û her 4 hevşaredarên wan binçav kirin. 

Polîsan, avahiyên van şaredariyan dorpêç kirin û hevşaredarên wê binçav kirin.

HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de, bi dengê gel 65 şaredarî qezenc kiribûn.

Lê ji wê demê û heta niha, tevî ku bi xwesteka gel, HDP’ê ew şaredarî qezenc kirin, AKP’ê her û her êrîş dike û wan dagir dike.

Heta niha jî, 44 şaredarî ji aliyê qeyûmên AKP’ê ve hatine dagirkirin.

Di wextekî de ku dinya tev bi têkoşîna li dijî vîrûsa Corona ve mijûl e, tenê AKP’ê, dema xwe bi dijminahiya li dijî Kurdan derbas dike.

Back to top button