Bi hezaran bijîşk li Koreya Başûr di grevê de ne

Bi hezaran doktor li Koreya Başûr ji bo protestokirina planên hikûmetê yên ji bo zêdekirina hejmara xwendekarên ku li dibistanên bijîşkî tên qebûlkirin, ketin grevê.
Dema ku greva 8 hezar û 400 bijîjkan bandor li ser xizmetên tenduristiyê kir, nexweşxaneyên mezin neçar man ku ji sedî 50 ya neştergeran betal bikin.

Bi hezaran doktor li Koreya Başûr ketin girevê.

Doktoran planên hikumetê yên ji bo zêdekirina hejmara xwendekarên ku li dibistanên bijîşkî tên qebûlkirin, şermezar dikin.

Zêdeyî 8 hezar doktor û stajyerên ciwan ketin grevê, pergala tenduristiyê ya welat felc kir.

Ji ber rawestana ji sedî 64’ê karmend û bijîjkên pispor ên li seranserê welêt, li gelek nexweşxaneyan emeliyat nehatin kirin.

Bijîşkan planên hikumetê şermezar dikin

Her wiha dermankirina penceşêrê hat paşxistin û gelek navendên tenduristiyê neçar man ku randevûyên nexweşan betal bikin.

Ditirsin ku ev rewş di hefteyên pêş de di pergala tenduristiyê de bibe sedema astengiyên din.

Rêveberiya Seul hişyarî da: Dest ji grevê berdin

Rêvebiriya Seul hişyarî da bi hezaran bijîjkên ku di grevê de ne ku dev ji grevên girseyî berdin û tavilê vegerin ser karê xwe an jî rûbirûyê kiryarên qanûnî bibin.

Bijîjkên grevê li dijî pêngava hikûmetê ne ku xwendekarên zêde li fakulteyên bijîjkî werdigire an jî kapasîteya vê qadê zêde dike ji bo vejandina sektora tenduristiyê.

Rayedaran dibêjin ku ew dixwazin ji sala bê ve sînorê pejirandina dibistana bijîjkî ya li seranserê welêt 2 hezar zêde bikin da ku piştgirî bidin nifûsa Koreya Başûr ya ku zêde dibe.

Lê hin komên bijîşkan dibêjin ku zanîngeh ne amade ne perwerdehiya bi kalîte bidin gelek xwendekaran û ev yek jî dê qalîteya perwerdeya pizîşkî bixe xeterê.

Nêzîkî 200 bijîjk û ​​xwendekarên pizîşkî ev fikarên xwe di xwenîşandanek protestoyî de li parêzgeha Jeolla ya bakurê rojavayê welêt anîn ziman.

Serokê komeleya bijîşkî Jeonbuk Um Chul

Serokê Komeleya Bijîjkî Jeonbuk Um Chul ji ajansa nûçeyan ya Yonhap re got,

“Em bi vî rengî daketin kolanan ji ber ku em bi fikar in ku pergala bijîjkî ya Koreya Başûr, ya ku herî zêde çavnebar e li cîhanê, hilweşe.” got.

Jeonbuk Um Chul: Pirsgirêk şert û mercê kar e

Li aliyê din bijîjk diyar dikin ku pirsgirêka eslî mûçe û şert û mercên kar e.

Seroka Komeleya Karsaz û Alîkarên Koreyî Park Dan ku beşdarî xwepêşandanê bû.

Park Dan, diyar kir ku ji bo daxwazên bijîşkan bên guhdarîkirin ew amade ye bê girtin.

Back to top button