Krîza Wagner..di 23 salan de ji bo Putin krîza herî mezin

Komên Wagner ji nava Rûsyayê berê xwe da Belarûsyayê.
Kremlînê jî ragihinad ku wê kesên berşdarî serhildanê bûyîn neyên darizandin.
Piştî deshilata 23 salî, cara yekem li Rûsya hêza Putin ketiye nîqaşê.

Di deshilatdariya Serokê Rûsya Vladimir Putin a 23 salan de, krîza herî mezin pêk hat.

Yek ji kesên herî nêzî Putin û Serokê Koma Wagner Yevgeni Prigojin şeva 23’ê Herzîranê li dijî lîderên artêşa Rûsya serî hilda.

Di wextekî ku vê bûyerê bala cîhanê kişand ser xwe de, Kremlîn ket tevgerê.

Herçiqasî Kremlînê despêkê xwest vê yekê bi rêya kesên li nava Rûsya pêk bîne jî lê biser neket.

Hemwextî vê yekê piştî bajarê Rostov yê li başûrê welat, çekdarên Wagner ber bi Moskowê ve ketin rê.

Lukaşenko, Wagner ji ser rêya Moskow vegerand

Li nava paytext Moskow tevgerek zêde hebû.

Hîna 200 kîlometre bu Moskow mayî, Serokê Belarûs Aleksandr Lukaşenko ket tevgerê.

Di encama danûstandinan de, li hevkirin pêk hat.

Di vê çarçoveyê de, çekdarên Wagner li cihê Rûsya wê li Belarûsyayê bimînin.

Her çiqasî alozî weke hatî çareserkirin xuya bike jî lê ya diyar Putin cara yekê ye, di nava welat de ewqas bêhêz tê xuyakirin.

Piştî krîza wagner ji Putin daxuyaniya yekem

Putin piştî bidawîbûna hewldana darbeyê daxuyaniyek nû da û got:

“Ez bi rayedarên Wezareta Parastinê re timî di nava têkiliyê de me.”

Putin: Armanca me ya sereke pêkanîna planên li Ukraynayê ne

Serokê Rûsyayê Putin îşaret bi şerê li Ukrayna kir û ev tişt anî ziman:

“Ji bo me xala sereke tevgera li Ukraynayê ye.

Hemû planên me yên li Ukraynayê wê pêk werin.”

Putin girîngiya şerê li Ukrayna bi gotina “Ez rojê bi vê dest pê dikim, bi vê diqedînim” vegot.

Kiremlîn: Kesên beşdarî serhildanê bûyîn wê neyên cezakirin

Prigojin derengiya Şemiyê ragihand ku wî biryar daye ku leşkerên xwe ji baregehê vekişîne “da ku êdî xwîna Rûsyayê neyê rijandin”.

Di dema ku ofîsa Lukaşenko li ser hûrgiliyên peymanê agahî neda de, Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov diyar kir ku Prigojin wê biçe Belarûsyayê.

Peskov da zanîn ku leşkerên Wagner ên beşdarî serhildana çekdarî bûne wê neyên darizandin.

Waliyê Rostovê ragihand ku leşkerên Wagner di saetên serê sibê de dest bi vekişîna ji bajêr kirine.

Piştî vekişîna leşkeran jiyan li bajêr vegeriya rewşa xwe ya asayî.

Wagner ji bajarê Voronezh yê sînorê Ukrayna vekişiyan

Hat diyarkirin ku komên Wagner ji bajarê Voronezh ku yek ji bajarên nêzî sînorê Ukraynayê ye jî dest bi vekişînê kirine.

Li paytext Moskowayê ku doh rewşa awarte hat ragihandin tedbîrên ewlehiyê didomin.

Li Rûsyayê geşedanên lezûbez: Darbe û lihevkirin

Back to top button