Piştî derketina 4 rewşên nû yên vîrûsa Corona li herêma Cizîrê, Rêvberiya Xweser tedbîrên nû girtin û ji îro de dest bi girtina hemû dergehên sînor kir..
Îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo pêşîgirtina li vîrûsa Coronayê, rêzetebîr û biryarên nû derxistin.
Li gorî biryarên nû:
1- Hemû dergehên sînor bi temamî ji 24ê vê mehê de tên girtin.
2- Çi reweşek pêketinê ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe, wê heya 14 rojan bikeve jêr çavdêriya tenduristî.
3- Hemû kombûyînên şînî û şahî û nimêjên olî yên komî tên qedexekirin.
4- Xwaringeh tenê wê ji bo servîsa derve bixebitin.
5- Divê gel pabendî van biryaran bibe û ji bo parastina xwe dûrbûna civakî li her derê pêk bîne.
6- Ji rêveberiyên hemû dergehan jî tê xwestin ku tedbîrên derbaskirina kes û kelûpelan giran bikin.
Duh Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî kongreyek çapemeniyê li bajarê Qamişlo li dar xist û tê de ragihand ku 4 kes li herêma Cizîrê bi vîrûsa Coronayê ketine.