Tulay Hatîmogûllari: Li Rojava sivîl têne kuştin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Enqerê balkişand êrişên li ser Rojava û got: Careke din Rojava tê bombebarankirin û sivîl têne kuştin.
KCDK-E’yê jî bang li Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan kir ku tavilê dakevin qadan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li Meclisa Tirkiyê de mijarên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogûllari îşaret bi êrişên qirker yên li ser Rojava têne kirin û ev tişt anî ziman:

“Careke din dest bi bombekirina Rojava kirin. Sivîl têne kuştin. Santralên elektrîkê, depoyên zad û nexweşxane, qadên jiyanê yên sivîlan têne bombekirin. Weke DEM Partî em dibêjin; ev rêya ku hûn tê de dimeşin rê nîne.”

DEM Partî: pirsgirêk ji aliyê Abdullah Ocalan ve dikare bê çareserkirin

Hatîmogûllari bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û got,

“Birêz Ocalan dema ku her tim axivî ev yek anîbû ziman: ‘Firsendê bidin min, em ê karibin di nava hefteyekê de dawî li pêvajoya şer bînin û li ser aştiyê biaxivin. Derfetên vê yekê dikarin bêne afirandin’.

KCDK-E: Li dijî êrîşên qirker dakevin qadan

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

KCDK- Ewropa diyarkir ku dewleta Tirk a ku li herêma Kurdistanê şer ferz dike û bi komkujiyan dixwaze qirkirinê pêk bîne, ji xwînê têr nabe û got:

Hemî destketiyên gelê Kurd dike armanca êrişan.

KCDK- Ewropa bang li kurdistaniyên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê kir ku ji bo hembêzkirina Rojava ya ku fikrên azadiya Rêber Apo lê hatine çandin, bibin xwedî helwest û dakevin qadan.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên Tirkiyê şermezar kir

Back to top button