Meclisa kombûna jinan a zenûbiya, meclisa malbatên Şehîdan ya Minbicê û Saziyên Civaka sivîl ya Helebê têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezakirin û bang li rêxistinên jinan û mafên mirovan kir û got:
“Di vê rêxistinên mafên mirovan û yên jinan bibin xwedî helwest da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bên rawestandin û qada hewayî bê girtin.”
Sazî û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyên cûda êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Meclisa kombûna jinan a zenûbiya derbarê mijarê de daxuyanî da û got:
“Êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê dewam dikin, di van êrîşan de jina û zarok hatin hedefgirtin.
her wiha benasiyên herêmê tevahî hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin.
Em bi tund van sûcên li dijî herêmê şermezar dikin.”
Meclisa Malbatê Şehîdan ya Minbic: Tirkiyê sûcê şer dike
Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê jî ji bo heman armancê daxuyanî da û got:
“Dewleta tirk di wêrankirina binesaziyên herêmê, navendên xizmetguzariyê û têkbirina aramî û aştiyê dike armanc
Ev jî beşeke ji plana wê a dagîrkirina axa Sûriyê û guhertina nasnameya xwe ya resen e
Dewleta tirk dixwaze careke din çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.
Tişta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê dike sûcê şer e.
Heleb-Saziyên Civaka Sivîl êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
“Ev êrîş ne tiştekî nûye, dewleta faşîst her dem dewl dide bi van êrîşan Kurdan dûrî doza wan bike.
Em bang dikin ku hemû rêxistin li hemberî van êrîşan xwedî helwest bin.”