Doza Kobanê 21 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin

Rûniştina 8’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin li bajarê Enqere yê Tirkiyê carek din hat dîtin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê ya ku ji vê dozê tê darizandin Gulfer Akkaya, qala armanca AKP-MHP’ê ya ji vê dozê kir. Gulfer Akkaya got, “Ev dozek komplogerî ya siyasî ye. Armanca wê girtina HDP ye. “Parêzerên Doza Kobanê jî diyar kirin ku ew ê hefteya bê beşdarî Doza Kobanê nebin û beşdarî doza Denîz Poyraz bibin.

Rûniştina 8’emîn a Doza Kobanê, îro li avahiya girtîgeha Sîncanê ya li Enqereyê carek din hat dîtin.

21 jê girtî 108 siyasetmedar, ji ber li dijî êrişên DAIŞ’ê yê 2014’an yên li ser Kobanê sekinîn û xwedî li Kobanê derketin têne darizandin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya berê û nivîskar Gulfer Ak-kaya li eywana danişînê amade bûn.

Siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehên lê tên girtin bi rêya sîstema deng û dîmen beşdarî rûniştinê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş, beşdarî rûniştinê nebû.

Piştî tespîta nasnameyan, rûniştinê dest pê kir.

Gulfer Ak-kaya: Ev dozekî komplegerî û siyasî ye û armanca wê girtina HDP’ê ye

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya berê Gulfer Ak-kaya di rûniştinê de axivî û îşaret bi armanca AKP-MHP’ê ya ji dozê kir.

Gulfer Akkaya bal kişand ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê û diyar kir ki ji ber ew ji pirsgirêka kurd re çareseriyê dixwazin ew tên darizandin.

Gulfer destnîşan kir ku doza Kobanê dozek komplegerî ya siyasi ye û got:

“Ev doz dozek komplogerî ye û armanca sereke ya vê dozê ew e ku HDP were girtin, rêveberên wê werin girtin û hêviya jiyana nû ya bi hev re bê tunekirin. ”

Piştî axaftina Gulfer Akkaya, parêzerê wê Îbrahîm Ergun parastin kir.

Ergun da zanîn ku ew ê wek parêzerên Doza Kobanê hefteya bê beşdarî danişîna doza Denîz Poyraz bibin û dê beşdarî danişîna vê dozê nebin.

Parêzerên din jî diyar kirin ku ew ê beşdarî danişîna doza Denîz Poyraz bibin.

Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê heta sibê navber da rûniştinê.

Back to top button