Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê

Li dijî êrişên qirker û parastina desketiyan li herêmê çalakiyên cur be cur hebûn.
Li Qamişlo 33 partiyên siyasî banga hevgirtinê li gel kirin.
Li bajar û navçeyên din jî daxuaynî û helwesta gel hebû.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên wêrankirinê yên li ser herêmê têne kirin gel li qadan in.

“Ev êriş vîna me lawaz nake”

Bi vê armancê 33 partiyên siyasî yên li herêmê têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek dan û wiha gotin:

“Dewleta Tirkiyê eşkere û li ber çavên tevahî cîhanê navendên xizmetguzarî û binesaziyê dike armanc.

Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrişan hevgirtî bin û rê li dagirkeriyeke nû bigrin.”

“Em qet gavê bi paş de naavêjin”

Yekîtiya Kedkarên Hesekê jî daxuyaniyek da û got:

Li hember van êrişan û hemû planên qirêj em bisekinin û rê nedin pêkanîna xeyalên Osmaniya nû.”

Kadroyên Bijîşkî li Efrîn û Şehbayê jî wiha anîn ziman:

Saziyên Civakî ên li Helebê jî diyar kirin ku Tirkiyê armac dike xelkê herêmê bide koçberkirin û dagirkeriyeke nû pêk bîne.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî Meclisa Tenduristiyê daxuyaniyek da û êrişên hovane şermezar kir.

“Armanca Tirkiyê zindîkirina DAIŞ’ê ye”

Yekîtiya Cotkarên Reqayê jî wiha got:

“Ev êriş bandoriya wê li hemû qadên jiyanê heye û Tirkiyê bi zanebûn wiha dike.”

Her wiha Koordînasyona Partiyên Siyasî li Reqayê jî êriş bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û wiha anî ziman:

“Tirkiyê dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike û aramiya li herêmê têk bibe.”

“Em ê destketiyên şoreşa xwe biparêzin”

Li Minbicê jî bi heman armancê Saziyên Civaka Sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî dan û bi tundî êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin: “Em ê destketiyên şoreşa xwe ji her cure êrişan biparêzin.”

Tulay Hatîmogûllari: Li Rojava sivîl têne kuştin

Back to top button