Li ser qedexeya derketina derve ya li Cizîra Botan û Silopyayê 7 sal derbas bûn. Di salvegera qedexeya derketina derve ya Cizîrê de MEBYA-DER’ê daxuyanî da û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê Cizîrê. Parlamenterên HDP’ê bi boneya salvegera qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê daxuyanî da û gotin: “Li Şirnexê tenê tiştek neguherî ye, tundiya dewletê ye.”
Îro 7’emîn salvegera qedexeya derketina derve ya sala 2015’an li Cizîrê ku ji aliyê dewletê ve hatî ragihandin e..
Vê qedexeyê 3 mehan dirêj kir û di encama êrişên hêzên dewletê de li vî bajarî her der wêran bû..
MEBYA-DER’ê: Wê hesabê komkujiya Cizîrê were pirsîn
Bi boneya salvegerê, Komeleya Yekitî Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê MEBYA-DER’ê Serhat Kuçuk ve hat xwendin û hat gotin:
“Di qedexeya 3 mehan a li Cizîrê de kal, ciwan, jin û zarok jî di nav de nêzî 300 kesan hat qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.
Bi hezaran xanî xera bûn û bi deh hezaran kes neçar man koç bikin.”
Serhat Kuçuk diyar kir ku heta sûcdar hesap bidin, ew ê têkoşîna xwe ya ji bo hiqûq û edaletê bidomînin û got:
“Em ji vir careke din bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya gelê Cizîrê.”
HDP: Li Şirnexê komkujî û tundî dewam e
Bi heman boneyê Koma HDP’ê a Parlamentoyê jî daxuyanî da…
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li vir axivî û got: “Rijandina xwînê û rondikên çavan û kuştinê encama siyaseta Erdogan û îktidara AKP’ê ye.
Bi qanûnên xwe yên dijhiqûqî û bi tifaqên qirêj dewleta polîsan ava kir.
Em soz didin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û armanc û daxwazên qurbaniyên komkujiya Cizîrê bi cih bînin.”