Biryara Dîwana Edaletê ya Ewrupayê ya têkildarî PKK’ê

Dîwana Edalatê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê, biryara xwe ya têkildarî serlêdana PKK’ê ku li dijî lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya piştî sala 2020’î kiribû, eşkere kir.

Rûniştina li ser vê serlêdanê di 22’ê Hezîrana 2022’an de pêk hatibû.

Dadgehê di biryara xwe de îdîayeke bi vî rengî kir, “Îdîayên têkildarî berpirsyariya nîşandana hincetê, mafê parastinê û binpêkirina mafê parastina dadgerî ya bi bandor heta astekê mafdar jî be, nikare rê li ber betalkirina dozê vekin.”

Dadgehê îtiraza PKK’ê ya li lîsteyê red kir û biryar da ku herdu alî lêçûnên dadgehê bidin.

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê biryara xwe ya têkildarî doza derxistina PKK’ê ji lîsteyên ‘rêxistinên terorîst’ ên navbera salên 2014 û 2020’î di 30’ê Mijdarê de eşkere kiribû.

Tevî ku dadgehê di biryara xwe ya beriya niha de hikum dabû ku nabe PKK di lîsteyê de be, bi heman argumanan lîsteya hate nûkirin, betal nekir.

Back to top button