Li Hesekê û Efrînê merasîmên şehîdan hebûn. Bi sedan kesan li van herdu herêman, cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê, oxir kirin
Li Hesekê bi sedan şêniyên bajar û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk Salih Ebdurehmen Berho (Dogan) û Mihemed Hemîd El Meilêş (Serdem) bibin, berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê.
Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cewad axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina gelê xwe, azadî û rûmetê de.
Ji Fermandarên QSD’ê jî Cesûr Amûdê sersaxî da malbatên şehîdan û diyar kir ku QSD ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê her dem amade ye.
Apê şehîd Dogan, Ehmed Berho jî axivî û got ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e û bang li tevahî gelan kir ku berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê bilind bikin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê Qehreman Şiyê li Şehbayê hat oxirkirin
Her wiha li Şehbayê jî merasîm bûn.
Bi sedan şêniyan Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê şervanê YPG`ê Ebdurehman Kêlo (Qehraman Şiyê) wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin û gelek axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina axa dagirkirî hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hat veşartin.