Berfîn Botan nasnameya jinê ya azad di kesayetiya xwe de şênber kir

Şehîd Berfîn Botan nasnameya jinê ya azad di kesayetiya xwe de şênber kir. Wê bi saya malbata xwe ya welatparêz PKK’ê nas kir û tevlî şoreşê bû. Dayîk û Xwişka Berfîn behsa kesayeta wê kirin û gotin:” Em li hêviyên Berfîn xwedî derdikevin”.

Berfîn Xelef Sibata 1994’an li gundê Heznî yê Til Temirê ji dayik bû.

Malbata wê cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt û piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, xwedî li şoreşê derket.

Berfîn ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, hîn di zarokatiyê de PKK nas kir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Berfînı sala 2011’an tevlî nava refên şoreşê bû.

Di navbera salên 2011-2016’an de beşdarî gelek pêngavan bû û şer kir.

2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi van hewldanan, nasnameya jinê ya azad di kesayetiya xwe de şênber kir.

Ew li qada Çiyareş li dijî êrîşên dewleta Tirk tevlî berxwedana mezin bû û di 11’ê Hezîrana 2022’an de şehîd bû.

Xwişka wê Sîdar Xelef û dayika wê Emşa Hemîd behsa jiyan û têkoşîna azadiyê ya Berfîn kirin.

Back to top button