Bingeha her civakê çand, huner û civakbûne. Li navçeya Til temrê jinan li ser bingehê Netewa Demokratîk pergala xwe ava dikin û di qada çandê de gavek mezin davêjin.
Ji Fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat di 19’ê Tebaxa 2021’an de di encam êrişa balafirên bê mirov a dewleta Tirk a dagiker de li Tiltemirê de şehîd bibû.
Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temir koma govendê li ser navê Sosin Birhat avakirin.
Rêveberiya Koma Govendê ya Şehîd Sosin behsa avakirina komê kir û li hemberî êrişên ku li ser çandê tê kirin pêwistiya parastina çandê anî ziman û wiha domand: Bingeha her civakê çand, huner û civakbûne.
Bi êrişan re dixwazin çanda gelên herêmê tune bikin.