Ji Iraqê bo MÎT a Tirk: Rêz ji serweriya me re bigrin

Artêşa Tirk a qirker bê ku serweriya Iraqê nas bike, li nava xaka wê hespê xwe dibezîne.
Serokomarê Iraqê Reşîd bo Serokê MÎT a Tirk destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk wê bandoreke neyînî li têkiliya wan bike û got, “Divê Tirkiyeyê rêzê nîşanî serweriya Iraqê bide.”

Serokomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li Bexdadyê li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin civiya.

Ofîsa serokomariyê têkildarî civînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serokomarê Iraqê di civînê de, anî ziman ku divê her du welat ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ku çend sal in dewleta Tirk rêjeyek kêm ya avê ji bo Iraqê berdide, lihev bikin.

Her wiha gotiye li gorî zêdebûna şêniyên Iraqê pêwîstiya wan a bi avê zêdetir bûye.

Hate gotin Letîf Reşîd diyar kiriye ku Iraq li gel welatên cîran ji bo rêzê li serweriya hev bikin û hevdu fam bikin, kar dike.

Di heman demê de hate diyar kirin ku Serokomarê Iraqê aniye ziman ew êrîşên yek alî yên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê red dike û êrîş dibin sedema xirakirina ewlehî û aramiya welat.

Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê ji Serokê MÎT’ê re gotiye binpêkirinên Tirkiyê yên li Silêmaniyeyê û bajarên din ên Herêma Başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî li ser têkiliyên di navbera her du welatan de dike.

Ji ber vê yekê divê welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê û ewlehiya gelê wê bigirin.

Back to top button