Rewşa sivîlên li Xezayê

Di şerê Îsraîl û Hemasê de rewşa sivîlên li Xezayê her ku diçe xirab dibe.
Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê derbarê rewşa zarokan de wiha got: “Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên 108 rojan de 11 hezar zarok û 7 hezar û 500 jin jiyana xwe ji dest dane.”
Her wiha hat diyarkirin ku li Xezayê 60 hezar jinên ducanî û 350 hezar kesên bi nexweşiyên kronîk ketine ji ber nebûna tenduristiyê di xetereya jiyanê de ne.

Hat ragihandin ku arteşa İsraile ji 7’e Cotmeha 2023’yan vir ve di erişen xwe yen li ser Xezaye da 11 hezar zarok kuştine.

Derbarê vê yekê de Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên 108 rojan de 11 hezar zarok û 7 hezar û 500 jin jiyana xwe ji dest dane.

Di 108 rojan de 11 hezar zarok mirin

Li Xezayê ji sedî 70’ê wan jin û zarok 7 hezar kes di bin xirbeyan de ne yan jî winda ne, hejmara cesedên ku gihîştine nexweşxaneyan 25 hezar û 925 e û 63 hezar kes jî birîndar bûne.

Hat parvekirin ku di erişen İsraile da 70 hezar mal bi temami hilweşiyan, bi tevahî 290 hezar xanî xisar dîtine û nikaribin mirov bijîn.

Têkildarî binpêkirinên Îsraîlê yên li ser sektora tenduristiyê, hate ragihandin ku 337 xebatkarên tenduristiyê û 45 karmendên parastina sivîl hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da 119 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.

Hat balkişandin ku hêzên Îsraîlê 99 xebatkarên tenduristiyê û 10 rojnameger binçav kirin

û li Şerîda Xezayê ya ku nifûsa wê 2,3 milyon e 2 milyon kes jî koçber bûn.

60 hezar jinên ducanî di xeteriya mirinê de ne

Her wiha hat destnîşankirin ku di encama koçkirinan de 400 hezar nexweşiyên enfeksiyonê û zêdeyî 8 hezar nexweşên Hepatît A hatine tespîtkirin.

Hat diyarkirin ku li Xezayê 60 hezar jinên ducanî û 350 hezar kesên bi nexweşiyên kronîk ketine ji ber nebûna tenduristiyê di xetereya jiyanê de ne.

NY: Li Xezayê di her saetê de 2 dayik tên kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya dawî de, ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin 25 hezar û 295 û hejmara birîndaran jî 63 hezar e.

Neteweyên Yekbûyî (NY), bal kişand ser rewaş li Xezayê û got:

Her saetek 2 dayik tên kuştin.

Di 24 saetên dawiyê de li Xezayê 195 kes hatin kuştin

Back to top button