Di 24 saetên dawiyê de li Xezayê 195 kes hatin kuştin

Ji 27’ê Cotmehê û vir de artêşa Îsraîlê windahiyên herî mezin da.
Hat ragihandin di êrişên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawiyê ên li Xezayê de 195 kesên din hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand di êrişa Hemasê de li Xezayê 21 leşkerên wan hatin kuştin.
Li aliyê din Îsraîlê ji bo agirbesteke berfireh pêk were xwest rêveberên payebilind yên Hemasê ji Xezayê derkevin.

Encama şerê Hemas û Îsraîlê roj bi roj girantir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand di êrişên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawiyê de li Xezayê 195 Filistînî hatin kuştin û 354 kes jî birîndar bûn.

Hejmara miriyan derket 25 hezar 490 kesî

Li gorî daxuyaniyê ji destpêka şer heta niha di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hejmara miriyan derket 25 hezar 490 û hejmara birîndaran jî derket 63 hezar 354 kesan.

Di nava 24 saetan de li Xezayê 21 leşkerên Îsraîlê mirin

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê û vir de artêşa Îsraîlê windahiyên herî zêde da.

Artêşa Îsraîlê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de ango roja duşemê li Xezayê 21 leşkerên wan hatin kuştin.

Hat diyar kirin ji 27’ê Cotmehê û vir de windahiya herî mezine ku artêşa Îsraîlê dide.

Têkildarî mijarê berdevkê leşkerî Daniel Hagarî daxuyanî da û got,

“Leşkerên Îsraîlê dema li nava du avahiyan bombe bi cih dikirin mîlîtanekî Hemasê bi roketê êriş pêk anî. Ji ber teqîna bombeyan avahî hilweşiyan, leşker di bin xirbeyan de man û jiyana xwe ji dest dan.

Komeleya Heyva Sor a Filistînê jî eşkere kir ku navenda wan ya li Xan Yunus hatiye hedef girtin û bi awayekî dijwar hatiye bombebarankirin.

Piştî êrişê di serî de serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîr Binyamîn Netanyahû, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, serokê muxalefetê Yair Lapid daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ji ber kuştina leşkerên Îsraîlî wan sibeheke dijwar derbas kirine û hate gotin,

“Di qadeke zehmet de şerekî dijwar diqewime. Mirina leşkeran me neçar dike ku em di şer de bighêjin armanca xwe.”

Artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê operasyonên xwe berfireh dike

Artêşa Îsraîlê jî operasyonên xwe yên li nava Xezayê berfireh dike.

Li gorî ragihandina Îsraîlê, artêşa Îsraîlê li Xan Yunus 4 tûgay xist nava tevgerê. Hat diyar kirin armanc ew e ku şerê li vê herêmê bi serketî bi dawî bikin.

Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve 6 hezar 220 Filistînî xistine bin çavan

Tevî berdewamkirina şer operasyonên hêzên Îsraîlê yên binçavkirinê jî didomin. Har ragihandin hêzên Îsraîlê Quds, Ramallah û hin deverên din 25 kesên din binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyên sazî û rêxistinên Filistînî ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara Filistiniyên ku li Şerîa Rojava ji aliyê Îsraîlê ve hatine binçavkirin derket 6 hezar 220 kesan.

Îsraîlê ji bo agirbesteke berfireh xwest rêveberên Hemasê ji Xezayê derkevin

Li aliyê din Îsraîlê ji bo agirbesteke berfireh pêk were xwest rêveberên payebilind yên Hemasê ji Xezayê derkevin.

Hat ragihandin ev pêşniyara Îsraîlê ji bo danûstandinên agirbestê di demên dawiyê de herî kêm du caran hatiye niqaşkirin.

Di êrişên Îsraîlê de li Xan Yunus a Xezayê 13 kes mirin

Back to top button