Di êrişên Îsraîlê de li Xan Yunus a Xezayê 13 kes mirin

Encamên şerê Hemas û Îsraîlê her diçe giran dibe.
Hat ragihandin di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de piraniya wan zarok 13 kesên hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî ragihand ku ew şertên Hemasê yên ji bo berdana dîl girtiyan red dikin.

Di şerê Hemas û Îsraîlê de hejmara kuştî û birîndaran roj bi roj zêde dibe.

Îro di seetên sibê de Îsraîlê li dijî Xezayê êrişên dijwar pêk anîn.

Ajansa Nûçeyan ya Filistînê ragihand ku di êriş û bombebarana Îsraîlê de li Xan Yunus ya li başûrê Xezayê de piraniya wan zarok 13 kes hatine kuştin.

Hat ragihandin artêşa Îsraîlê êrişên hewayî û bejahî yên li dijî Xan Yunus zêde kiriye.

“heta dîl girtî venegerin divê artêş ji bakurê Xezayê venekişe”

Li aliyê din li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronot 130 fermandarên payebilind yên Îsraîlî ji konseya şer a hikumetê û Fermandariya Giştî re name şandin.

Di nameyê de tê xwestin heta ku dîlên Îsraîlî yên li Xezayê venegerin malên xwe divê leşkerên Îsraîlê ji bakurê Xezayê venekişin.

Li gorî artêşa Îsraîlê hê jî 136 Îsraîlî li Xezayê dîl girtîne.

Netanyahû şertên Hemasê yên berdana dîlgirtiyan red kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew şertên Hemasê yên ji bo berdana dîl girtiyan red dikin.

Netanyahû dibêje, “Ji bo berdana dîl girtiyên me Hemas dixwaze şer bi dawî bibe, hêzên me ji Xezayê vekişin, hemû kujer û tecawizkar bên berdan û Hemas li ser desthilatê bimîne.

Ger em van daxwazan qebûl bikin wê fêdekariyên leşkerên me badilhewa bibe û em nikarin ewlehiya welatiyên xwe jî pêk bînin.”

Her wiha Netanyahû diyar kir ti rêyeke Îsraîlê a li Xezayê ji bilî şer û serketinê tune ye û got, ” Tenê bi serketinê wê Hemasê tune bibe û hemû dîl girtiyên me rizgar bibin.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 107 roje bi dijwarî didome

Back to top button