Perwîn Yûsif: Rêveberiya Xweser berhemeke şoreşa jinê ye

Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Cizîrê nirxandin kir. Perwînê got: “Avakirina Rêveberiya Xweser, berhema keda gelê herêmê bû. Di avakirina Rêveberiya Xweser de jinê gelek gavên pîroz avêtin û ji avakirinê re pêşengtî kir. 

Hevserok Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif pêşketina jinê ya 7 salan di nava rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nirxand..

Perwîn salvegera 7’emîn a Rêveberiya Xweser li her kesî pîroz kir û diyar kir ku avakirina Rêveberiya Xweser, berhema keda welatparêzan bû.

Perwîn îşaret bi pergala hevserokatiyê jî kir û diyar kir ku di her saziyekê de sîstema hevserokatiyê hate rûniştandin û jinan mafê xwe yê pêşengtiyê bi dest xistin.

Perwînê da zanîn ku li kêleka şerê li herêmê rû dida gel hem parastina axa xwe dikir, hem jî sîstema xwe ya demokratîk ava dikir.

Hevserok Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif destkeftiyên ku di nava 7 salan de hatine bi destxistin bibîr xist û teqez kir ku me dikarîbû sîstemeke demokratîk ku hebûna jin û pêkhateyan tê de were qebûlkirin, ava bikin.

Cara yekem e ku kurd, ereb û xiristiyan di nava yek sîstemê de kar û xebatê bi hev re didin meşandin.

Back to top button