Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê jî diyar kir ku êrişên li dijî jina Kurd hişmendiya pergala qirker e.
Meclisê di daxuyaniyê de, bal kişandina ser dîroka têkoşîna jinên Kurd û daxuyaniya xwe wiha dewam kir:
“Rêber Apo dibêje ‘Azadiya civakekê di azadiya jinê de ye’.
Jina Kurd bi vê felsefeyê ji nav xweliya xwe zindî bû, bû xwedî artêş, xwedî vîn û îro pêşengiya mirovahiyê dike.
Êrişên li dijî jina Kurd, di eslê xwe de êrişên li dijî vê felsefeya rizgariyê ye.
Jina Kurd a li hemberî DAIŞ’ê şer kir, dizane ka dê çawa li hemberî van nokerên bê exlaq jî parastina xwe ava bike.
Têkoşîna me dê berfirehtir bibe, bersiva me ya herî mezin ji bo van êrişan, wê bilind kirina asta rêxistinbûna jinê be.”
Meclisê diyar kir ku ew ê tu carî rê nedin ku kesên wekî Rahmî Koç nirxên jina Kurd bikin amûrê devê xwe yê gemar.
Meclîsa Îştar a Mexmûrê bang li hemu jinên Kurdistan û Cîhanê kir ku li hemberî hişmendiya kujer bibin yek.



