Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ya Îsraîlê kiriye.
Serê sibehê jî Îsraîlê êrişî Îranê kir.
Her wiha piştî êrişan, qada hewayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo 72 saetan hate girtin.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê jî ragihand ku li cîhanê hejmara serikên nukleerê kêm bûye, lê xeteriya nukleerê mezin dibe.
Êrişên Îran û Îsraîlê yên li dijî hev ji nû ve dest pê kir.
Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku agirbesta 19’ê Nîsanê ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatiye xerakirin û got:
Qebûlkirina agirbestê girêdayî wê mercê bû ku hemû eniyên şer bê deng bibin.
Lê Îsraîl komkujiyên xwe yên li Libnanê didomîne.
DYA jî li Tengava Hurmuzê û Deryaya Omanê êrişî keştiyên Îranê kir û peyman xera kir.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Pasdaran, mûşekên balîstîk ên Îranê li Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ketine.
Tehranê bi zimanekî tund hişyarî da Îsraîlê û ragihand ku eger êrişên li Beyrûtê bidomin bersiveke din dê wêrankertir û rasterast be.
Li aliyê din berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got:
Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine.
Li gorî agahiyan danê sibehê artêşa Îsraîlê li navend û rojavayê Tehranê hinek cih bombebaran kirin.
Tê gotin bombebaran li Tehran, Îsfehan û Tewrêzê bûn.
Artêşa Pasdaran êriş piştrast kir û ragihand ku “dijminê siyonîst” bi mûşekên balîstîk êrişî hinek cihên welat kiriye.
Trump ji Îran û Îsraîlê xwest aramiyê biparêzin û dawî li aloziyên leşkerî bînin
Serokê DYA’yê Donald Trump piştî êrişên bi mûşekan ên Îranê yên li Îsraîlê, bang li her du welatan kir û got:
“We mûşekên xwe avêtin, êdî bes e.”
Trump ji her du aliyan xwest aramiyê biparêzin û dawî li aloziyên leşkerî bînin.
Sipri: Rîska nukleerê zêde dibe
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), ku navenda wê li Stockholmê ye, li ser rîska nukleerî ya li cîhanê ku zêde bûye, hişyarî da.
Li gorî nirxandina salane ya SIPRI, li welatên xwedî çeka nukleerî bi giştî derdora 12 hezar û 187 serikên nukleerê hene.
Ji van 9 hezar û 745 jî li stokên leşkerî têne hiştin ku ji bo bikaranînê amade bin.
Qada hewayî ya Iraq û herêma Kurdistanê ji ber êrişan hat girtin
Ji ber êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê, Desthilatdariya Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl a Iraqê geştên asmanî yên Iraqê ji bo 72 saetan ragirt.
Ev biryar balafirgehên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
Qada hewayî ya Îranê jî hate girtin
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku rayedarên Îranê çûn û hatina asmanî sînordar kiriye.
Li gorî nûçeyê, piştî nirxandinên ewlehiyê “qada hewayî ya rojavayê welêt heta daxuyaniyeke din hatiye girtin.”



