Doh di 7 hezîranê de li herêmên cuda yên Sûriyeyê, zarokek û 6 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyan li rojavayê Hemayê kesek di êrişa çekdarî ya çekdarên nenas de hat kuştin.
Her wekî li herêma Çiyayê Erbiîn a Idlibê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.
Ciwanek ji Humsê jî di girtîgeheke hikumeta demkî de jiyana xwe ji dest da.
Ji aliyekî din ve li Hemayê çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, 2 êrişên çekdarî pêk anîn.
Di encama her du êrişan de 2 ciwan hatin kuştin.
Li gundê Til Sikîn jî di êrişa çekdarên nenas de 2 ciwanên din hatin kuştin.



