Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê sûcên li Efrînê belge kir

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê eşkere kir ku bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di salên dagirkeriyê de li Efrînê 66 jin hatine kuştin, zêdetirî 149 jin hatine revandin û li 178 jinan jî îşkence û destdirêjî hatiye kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de êrişeke hovane li dijî kantona Efrînê pêk anî û bi wê re di 18’ê Adara heman salê de, Efrîn dagir kr.

Di encama êriş û dagirkirinê de sûcên hovane li dijî şêniyan pêk anîn, bi taybet li dijî jinan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sûcên revandina jinan, destdirêjî û kuştinê pêk anîn.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê dosyayek amade kir û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan belge kirin.

Di dosyayê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên dagirkirî, bi taybet Efrînê hatin nirxandin.

Her wiha hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk tevahiya qanûn û lihevkirinên navneteweyên binpê kirin.

Di dosyayê de hat gotin, zêdetirî 500 hezar sivîl ji şêniyên Efrînê yên resen û koçberên ku tê de bi cih bûne, ji ber topbarana bêserûber koçber bûn.

Her wiha 66 jin hatine kuştin, zêdetirî 149 jin hatine revandin û 178 jin jî di îşkence û destdirêjiyê re derbas bûne.

Etiye Yûsif: Li herêmên dagirkirî gef li jinan tê xwarin

Derbarê mijarê, Endama rêveberiya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Etiye Yusif ji ajansa ANHA`yê re axivî û got:

Li gel zextên hikumeta AKP`ê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî parêzvanên mafên jinan, dewleta Tirk gefan li jinên li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê jî dike.

Navenda me gelek sûcên li dijî jinan ên li Efrînê belge kirine.

Etiya Yusif di dawiyê de bang rawestandina sûcên şer ên dewleta Tirk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, kir.

Back to top button