Hikûmeta Şîşanê ragihand ku serkêşê çeteyên DAI’ê yê li hat kuştin

Hikûmeta Şîşanê ragihand ku serkêşê çeteyên DAIŞ’ê yê li welêt hat kuştin.

Serokomarê Şîşanê Remedan Qadirov, derbarê operasyona ku di encamê de serkêşê çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin agahî da.

Li gorî Serokomarê Şîşanê, hêzên ewlehiyê di operasyoneke taybet de serkêşê çeteyên DAIŞ’ê li Şîşanê Aslan Biyûtûkayîv û 5 çeteyên ku pê re bûn kuştin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî bi riya telîfonê, kuştina serkêşê çeteyên DAIŞ’ê, li serokomarê Şîşanê Remedan Qediryov pîroz kir.

Serçete Eslan Biyûtûkayîv berpirsê êrîşa sala 2011’an a li Moskoyê bû ku tê de 35 kes hatibûn kuştin.

Di sala 2016’an de “Aslan Biyûtûkayîv” ku bi navê “Mîr Hemze” tê naskirin weke terorîstekî navdewletî ji aliyê Amerîkayê ve hat pênasekirin.

Back to top button