Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dekelarasyona hilbijartinê eşkere kir

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, dekelarasyona derbarê hilbijartinê de eşkere kir.
Tifaqê bang li hemû Kurdan kir ku li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek.

Ji bo hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê ya li Tirkiyê 41 roj maye.

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku Partiya Çep a Kesk bi partiyên siyasî yên Kurd ên li Kurdistanê re ava kiriye, deklarasyona xwe ya têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir.

Deklarasyon li Amadê bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Partî û rêxistinên Kurdî tev li daxuyaniyê amade bûn.

Çend xalên sereke yên deklarasyona tifaqê wiha ne:

Em di nava êş û derdê mezin ê erdheja Bazarcix-Elbistanê da diçin hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan.

Zincîra xemsariya dewletê di erdhejê da ziyanên canî û malî zêde kir û veguherî komkujiyekê.

“Polîtîkayên asîmîlasyonê didome”

Tifaqê îşaret bi polîtîkayên asîmlasyonê kir û wiha got:

Gelê Kurd û Kurdistanê li ser bendeke dîrokî ya tijî derfet û metirsiyên mezin e.

Tifaqa Cumhur stratejiya xwe ya sereke li ser tinekirina destkeftiyên gelê me yên li hundir û derve ava kiriye.

Ji aliyê din ve Tifaqa Milet jî ji bo serkeftina hilbijartinan piştgiriya gelê Kurd dixwaze, lê çareseriyeke şênber pêşniyaz nake.

Xalên tifaqê yên ji bo mafên gelê Kurd

Mercên sereke yên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd;

  • Qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê ji bexçê zarokan heta zanîngehê û li kêleka Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn.
  • Afirandina hawîrdoreke demokratîk ku Kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê Kurd û Kurdistanê de xwe pênase bikin.
  • Naskirina statûyeke ku gelê Kurd li Kurdistanê xwe bi rêve bibe.
  • Vegerandina navên Kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan hatine guhertin.
  • Ragihandina cihê gorên kesayetiyên Kurd ên dîrokî ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin.

“Divê tecrîda li ser Abdulah Ocalan were rakirin”

Tifaqê îşaret bi rewşa girtiyên siyasî kir û wiha doman:

Em daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş dike.

Em bang li hikûmetê dike ku dawî li tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî bîne.

“Ji bo serkeftinê em dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk”

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd di dawiyê de daxuyakirin ku ji bo daxwazên li jor bi rêkûpêkiyên qanûnî û destûrî bi cih werin anîn bang kir ku 14’ê Gulanê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

Back to top button