Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurdî bi encamnameyekê bi dawî bû

Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurdî, bi encamnameyekê bi dawî bû.
|Di encmnameyê de teqezî li ser bicihkirina çanda hevqebûlkirinê û naskirina hemû nasname, çandên gelan û netewan hat kirin.
Her wiha bal hat kişandin ser giringiya têkoşîna li hemberî siyaseta navendîbûnê ku di mijara avakirina dewleta hemwelatiyê de, bi bin ket.

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi armanca dîtina rêbazên xurtkirina têkiliyên Kurdên Lubanê û ereban û nîqaşkirina li ser pirsgirêkên ku Kurdên Lubnanê pê re rû bi rû dimînin, di bin diruşmeya, “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve”, Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurd, hat lidarxistin.

Kongre, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hin xalên ku di encamnameyê de cih girtine wiha ne:

  • Ji bo bicihkirina çanda hevqebûlkirinê û naskirina hemû nasnameyên netewî, etnîkî û olî, çandî, xebat were kirin.
  • Riya çareseriya pirsgirêkên li Lubnan û Rojhilata Navîn bi giştî, ne şer e, lê belê diyalog e. Ji bo avakirina pêşerojeke xweşbîn ji herêmê re, divê “projeya netewa demokratîk”, esas were girtin.
  • Teşhîrkirina siyasetên dewletên ku hewl didin bi rêbazan cuda, di navbera gelan de dijminahiyê pêş bixin.
  • Piştgiriya doza azadiya jinan û mafê wekheviya di hemû waran de.
  • Sekna li hemberî siyasetên berfirehkirinê yên dewleta Tirk li herêmê.
  • Giringiya têkoşîna li hemberî siyaseta navendîbûnê ku di avakirina dewleta hemwelatiyê de, bi bin ket.
  • Ji bo pêşxistina azad ya welat, giringiya esasgirtina demokrasî, nenavendîbûn û rêveberiya xweser.
Back to top button