Îran: Êrişa li ser xaka welatê cîran wê rewşê aloztir bike

Gefên Serokomarê Tirkiye Erdogan yên li dijî bakurê Sûrî ji aliyê welatên cîran û derve rastî bertekan tê. Piştî Wezareta Parastin û Karên Derve yên DYA, Îranê jî ragihand ku ew li dijî tevahî êrişên ser xaka welatên cîrane.Tahranê got, ev yek wê rewşê aloztir bike.

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo êrişek dagirkeriyê li dijî bakurê Sûrî pêk bîne planên qirêj dike.

Ev planên dagirkeriyê ji aliyê welatên cîran ve rastî bertekan tê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade di daxuyaniya çapemeniya rojane de, bersiva pirsên rojnamevanan yên derbarê rewşa li Sûrî de da.

Seîd Xatîbzade têkildarî êrişeke muhtemel a dagirkeriya dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî wiha got:

Kirinên leşkerî yên li dijî axa dewletên din, binpêkirina yekitî û serdestiya wan dewletan e.

Ev yek wê rewşê aloztir bike.”

Xetîbzade îşaret bi rêya danûstandinê kir û ev tişt anî ziman:

“Rêya yekane ya çareseriyê, diyalog û pabendîbûna peymanên dualî yên bi dewletên cîran re ye.

Ji tecrubeyên salên borî îsbat bû ku bikaranîna hêzê li dijî dewletan, pirsgirêkê çareser nake.

Wê bandorên mirovî yên metirsîdar bi xwe re bîne û rewşa herêmê aloztir bike.”

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan 23’ê Gulanê bi awayekî eşkere gefa êrişa dagirkeriyek nû li bakurê Sûrî xwar.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Amerîka jî li dijî êrişê fikarên xwe anîbû ziman.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby gotibû êrişek li dijî bakurê Sûrî wê bandorê li têkoşîna QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bike.

Back to top button