HPG’ê: Li Zapê helîkopterek artêşa Tirk hate xistin

Li Herêmên Parastinê yê Medyayê, çalakiyên bi pêşengiya gerîllayên jin li dijî artêşa Tirk dewam dikin.|
HPG’ê eşkere kir ku li herêma Zapê Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.
Wekî din di rêzeçalakiyan de 12 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku gerîlayên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê, bi awayekî canbexşane bersiv didin artêşa dagirker û ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Zapê

27’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkoptereke tîpa Skorsky xwest hêzên xwe li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Leşker deyne.

Gerîllayên YJA Starê derbên giran li helîkopterê dan û dema hewl da xwe bigihîne qereqola Girê ya li navçeya Çelê, kete nava Çemê Zê û li wir îmha bû.

HPG’ê: 13 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

28’ê Gulanê li Qada Girê FM’ê, hêzên Tirk ên li dora çeperên şer bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li derdora Şikefta Birîndaran dronek ji aliyê gerîllayên YJA Starê ve hate xistin.

Li Qada Şehîd Şahîn jî 3 dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ve biçin, ketin bin kontrola gerîllayên jin.

Paşê li hemberî wan rêzeçalakî pêk hatin.

Di encama çalakiyên bi bandor de, 9 leşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

Her wiha 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek û gelek alavên leşkerî jî ketin destê gerîllayên jin.

  • Li herêma Avaşînê

28’ê Gulanê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî Qada Werxelê bombebaran bikin, çalakî pêk hatin.

Di encama vê destwerdana xurt de dagirker neçar man paşde biçin.

  • Li herêma Metînayê

28’ê Gulanê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Girê Hakkarî bûn armanca çalakiya gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê: Li herêma Zapê 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG: Cenazeyên 2 leşkerên Tirk tevî çekên wan di destê me de ne

Back to top button