Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo PJAK, KONGRA-GEL, TJK-E û KCDK-Ewropayê yê jî bi peyamên cuda 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kirin.
Di peyaman de bang li tevahî gel hate kirin ku, ji 4’ê Nîsanê û pê ve her roj bikin roja berxwedanê û her cihî bikin qada azadiyê.
Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev roj li hemû gelan pîroz kir.
KONGRA-GEL bi bîr xist 4’ê Nîsanê; bûye mîlada gelê ku hemû hêviya xwe winda kiribû û ev yek got:
“Armanca hemû xebatên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin û bên kirin ew e ku li ser esasê têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger kirine. Êdî dem hatiye.
Divê gelê me û dostên me li her derê xwe bi vê armancê ve girêbidin û bixebitin.”
TJK-E: Ji 4’ê Nîsanê û pê ve her roj bikin roja berxwedanê
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi heman wesileyê peyamek weşand û tê de ev tiş anî ziman
“Ev rojbûna ku li gundê Amara yê Kurdistanê pêk hat, bû zayîna şiyarbûna gel a jiyanê, bi jiyanê re hevdîtin pêk hat.
Ji bo me nirxekî mezin e ku em vê roja jidayikbûnê pîroz bikin, bawerî û biryardariya di meşa azadiyê de, nirxên têkoşînê, azadiyê ji nû ve fêhm bikin.
Bi kurtasî rastiya Rêbertî ya 4’ê Nîsanê fêmkirin ji bo me nirxekî mezin e.”
TJK-E bang li tevahî gelê kir ku, ji 4’ê Nîsanê û pê ve her roj bikin roja berxwedanê û her cihî bikin qada azadiyê.