KJK’ê bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Koordînasyona KJK’ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku navenda têkoşîna wan azadiya fîzîk ya rêber APO ye û ew ê bi pêngava xwe ya “bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

KJK’ê da zanîn ku ew 4’ê Nîsanê, di serî de li rêber APO, gelê Kurd, gelên cîhanê û li hevrêyên xwe yên têkoşînê, pîroz dikin.

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin:

Rêber Apo bi xwedîderketina xwe ya wêrek a ku qedera nebaş a gelê Kurd guhert; gelê Kurd ji dubendiya teslîmiyet û nokeriyê ya ku di dîrokê de hatiye ferzkirin derxist.

Em hêvîdar in 4’ê Nîsanê bibe wesîleya azadî, hêvî, cesaret, hezkirin, baweriyê û zindîkirina nirxên mirovahiyê yên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine tunekirin.

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku jin îro bi îddîayeke mezin li hemberî pergalên mêr-dewlet serî hildaye û ev tişt bi saya ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêk hatiye.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bênavber dike.

Ji bo ku 74’emîn rojbûna Rêber Apo bibe sala dawî ya dûrketina me ya fizîkî ya ji wî, em ê bi pêngava xwe ya “bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.

Back to top button