PAJK’ê ji bo 4’ê Nîsanê daxuyaniyek da

Koordînasyona KJK’ê û Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin û diyar kirin ku navenda têkoşîna wan azadiya fîzîk ya rêber APO ye û ew ê bi pêngava xwe ya “bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi boneya 4’ê Nîsanê
daxuyaniyeke nivîskî da.

PAJK’ê diyar kir ku ew 74’emîn roja mîladî, rojbûna Rêberê xwe li jin, ciwan, gelê Kurd û mirovahiya azadîxwaz pîroz dikin.

Her wiha PAJK’ê tekez kir ku Rojbûna Rêber APO, di rûpelên dîroka mirovahiyê de destpêk û pêşveçûneke nû ye.

Ji bo tekoşîna azadiya jinan zayînekî vejînî ye. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest hêviya azadî û mîsogeriya serkeftinê ye. Navenda têkoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

PAJK’ê anî ziman ku Rêber Apo bi sekna berxwedêr ya ku mînaka wê di dîrokê de çênebûye berpirsyariya tekoşîna azadiyê, li ser navê jin-civakê bi cih tîne.

Li ser vî esasî biryara me, girêdana me ya rast bi xeta Rêbertiyê re di serxistina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re derbas dibe.

Em bi van hestan û bi berpirsyariya dîrokî ya ku li pêşiya me jinê û gelan disekinê wateyê li rojbûna Rêber Apo bar dikin.

Back to top button