“Berdêl çi dibe bila bibe, serkeftin dê para me be”

Ji 23 Nîsanê ve gerîllayên Kurdistanê şerê dagirkeriya Tirk dikin..
Li hemberî bi dehan balafirên şer, helîkopter, balafirên bê mirov û topxaneyan, ev koma gerîlla bêtirî 4 mehan e liberxwe didin..
Yek ji deverên ku bû sembola vê berxwedanê Girê Zendûra ê girêdayî Metînayê ye..
Berxwedêrên Zendûra ku 50 rojî têkoşiyan, li gel hemû êrîşên dijmin jî dev ji baweriya xwe ya serfiraziyê bernadin.
Piştî provakasyona PDK’ê ya 5’ê Hezîranê ya li ser Metîna gerîla taktîka şêwaza xwe guherand.
Û di çarçoveya vê guhertina taktîkî de biryar vekişîna ji Zendûra hate dayîn..
Komeke gerîla bi silamatî vekişiya, komeke gerîla ya ji 6 kesan pêk dihat li girê Zendûra 11’ê Hezîranê şehîd bûn.
Berxwedêrên Zendûra beriya ku şehîd bibin, ji bi hevrêyên xwe û gelê Kurd ev peyam dan.

Back to top button