Bi insiyatîfa xelkê bajêrê Hesekê, zêdetirî 300 dar li nîvê rêya sereke a bajêr hatin çandin.
Şaredariya Gel li bajarokê Twêna ya Hesekê bêtirî 300 darên daristanê li nîvê rêya sereke, ya di navbera Hesekê û Tel Temrê de çandin.
Çandiniya daran bi alîkariya hijmarek ji xwediyên jeneratoran û xelkên bajarokê Tiwêna pêk hat.
Şêniyan ev yek ji bo parastina jîngeheke paqij û xwezayeke bedew pêk anî.