Li Diyalayê du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 çeteyên payebilind ên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyalayê di encama êrişek hewayî de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du çete li navçeya Sendîcê hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê, diyar kir ku operasyonên hewayî û bejahî li seranserê Iraqê ji bo dawîanîna koka çeteyên DAIŞ’ê, wê berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye ku şeva borî jî, di encama êrişek hewayî ya bi balefirên F-16 de, li parêzgeha Diyaleyê hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Back to top button