Tirkiye ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa ne amade ye

Endametiya Tirkiy ya ji bo Yekîtiya Ewropayê careke din nehate qebûlkirin.
Parlamentoya Ewropayê diyar kir li Tirkiyê binpêkirinên mafê mirovan pêk tên.
Mijara pirskirêka Kurd a li Tirkiyê jî di rojeva parlamentoyê de bû.
Parlamentoyê diyar kir ew ji ber pirsgirêka Kurd bi fikarin, divê pêvajoyeke siyasî ya pêbawer bê destpêkirin.
Bi vê yekê re eşkere ye ku wê Tirkiye demeke dirêj li ber deriyê YE bimîne.

Parlamentoya Ewropayê careke din pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê (YE) qebûl nekir.

Parlamantoyê ragihand heta ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve guhertineke radîkal neyê kirin, wê pêşniyara Tirkiyê qebûl nekin.

Parlamentoyê rapora Tirkiyê ya sala 2022’an a ku ji aliyê Spanî Nacho Sanchez Amor ve hatibû amadekirin qebûl kir û got:

“Li Tirkiyê mafên jinan, şîdeta li ser bingeha zayendî, zêdebûna kuştina jinan, gotinên nefretê, her wiha cudakariya li hemberî civakê têne jiyan kirin.

Lewma jî endamtiya Tirkiyê bo YE nabe ku were qebûl kirin.”

YE careke din endametiya Tirkiyê qebûl nekir

Di parlamentoyê de, li ser beşdarnebûna Tirkiyê 434 parlementeran deng êrê bikar anîn.

18 parlamenteran rapor red kir û 152 jî bêhelwest man.

Di raporê de ji dewleta Tirk tê xwastin di welatê xwe de guhertineke radîkal çêbike.

Her wiha azadiyên bingehîn û serweriya hiqûqê esas bigire.

YE: Li Tirkiyeyê demokrasî kêm dibe

Nexwe pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo YE nikare dewam bike.

Di raporê de, tê diyar kirin ku pabendbûna Tirkiyê bi Siyaseta Derve û Yekîtiya Ewropayê re ketiye asta herî kêm.

Her wiha li Tirkiyê asta demokrasiyê jî gelekî kêm bûye.

Di raporê de hat ragihandin, hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên li Tirkiyê ne adil hatiye meşandin.

Li dijî partiyên muxaliftê jî gotinên tund, provokatîf, tirsandin û çewisandinê hatine bi kar anîn.

YE: Divê pirsgirêka Kurd bê çareser kirin

Mijareke sereke ya di raporê de, zexta rejîma Tirk ya li hember gelê kurd bû.

Parlamentoyê diyar kir ew ji ber pirsgirêka kurd gelekî bi fikar in.

Hate diyar kirin ku divê bi beşdariya hemû aliyên peywendîdar bi lezgînî pêvajoyeke siyasî ya pêbawer jinûve bê destpêkirin.

Bi vê yekê re diyare wê Tirkiye demeke dirêj li ber deriyê YE bimîne.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê jî weke her car bertek nîşanî raporê da û îdia kir ev rapora sûcdarkirina wan e.

Back to top button