EL COLANÎ: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÊRIŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAKURÊ SÛRÎ

Hevkariya di navbera dewleta Tirk û çeteyên li Sûrî bicih bûne, êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn.

Lê dema mijar dibe berjewendî, ev hevkarî ji nedîtîve tê.

Her çendî dewleta Tirk û serokê wê Erdogan îdîa dikin ku tiştek wiha tine ye jî lê komên çete bixwe lê mukir tên.

Herî dawî lîderê çeteyên El Nusra Abû Muhamed El Colanî eşkere kir ku ew piştgiriyê didin êrişa dewleta Tirk li dijî herêma Rojhilatê Firatê.

Serok-komarê Tirk Erdogan dawiya sala 2018’an êrişa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand.

Di serî de welatên endamên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, gelek hêzan dijberiya xwe a li hemberî vê tevgera dagirkeriyê ragihandin.

Beşek ji hêzên cîhanî jî di berdêla berjewendiyan de xwe li bê dengiyê danîne.

Li hemberî van herdu helwestan, yakane hêza ku eşkere piştgiriya xwe ji bo êrişa dewleta Tirk ragihandiye, çeteyên wê yên li Sûrî ne.

Heyet Tehrîr El Şam ango Cebhet El-Nusra ku ji aliyê Emerîka, Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistina terorê hatiye ragihandin, destek da hevkarê xwe Erdogan.

Ev yek di wextekê de hat kirin ku Rûsya û rêjîma Sûrî amadekariya êrişa li dijî vê rêxistina çeteyan dikin.

Lewma beriya niha plana êrişa li dijî El Nusra li Idlibê di encama hewldan û xwedîderketina dewleta Tirk de hat betalkirin.

Serçeteyê El Nusra Abû Mihamed El Colanî ku hêviya xwe bi Erdogan girê dide eşkere kir ku ew bi her awayî destekê didin dagirkirina Rojhilatê Çemê Firatê.

El Colan dibêje, nabe ku li dijî tevgera artêşa Tirk bibin asteng û ji bo rewakirina vê tevgera dagirkeriyê, heman îdîayên Erdogan anî ziman..

Em Partiya Karkerên Kurdistanê weke dijminê şoreşa Sûrî dibînin. Gelek dever dagir kirine.

Li van deveran Erebên me ên Sunî hene.

Berê ew herêm di bin serweriya me debûn.

Em piştgiriyê didin êrişa dewleta Tirk.

Nabe ku em li hemberî vê tevgerê bibin asteng

Leave a Reply

Back to top button