20’ê Çileya 2018’an dagirkeriya Tirkiyê û bi hezaran çeteyên xwe dest bi êrişa dagirkirina Efrînê kirin.
Bi boneya nêzbûna salvegera 6’an a êrişa dagirkeriyê li ser asta herêmê daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn.
Di daxuyanyan de hate gotin, heta rizarkirina herêmên hatine dagirkirin wê berxwedan û tokoşîn bê domandin.
Bi armanca şermezarkirina salvegera 6. a êrişa dagirkirina Efrîn û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Saziyên Civaka Sivîl bi vê armacê li Qamişlo daxuyaniyek dan û wiha gotin:
“6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûne, lê heta niha jî hovîtî û sûcên dijhiqûqî û mirovî lê têne kirin.
Em van kiriyaran şermezar dikin û dibêjin hûn ê qet nikaribin vîna me bişkînin.”
Saziyan diyar kirin ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa jî ji êrişên heyî û dagirkirina Efrînê ne qut e û wiha pê de çû:
“Armanc zindîkirina DAIŞ’ê ye, têkbirina Rêveberiya Xweser e û berfirehkirina erdnîgariya herêmên dagirkirî ye.”
Her wiha li Dirbêsiyê, Çil Axa, Girkê Legê û Tirbespiyê jî bi daxuyaniyên cuda dagirkirina Efrîn û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa hat şermezarkirin.