Li Rojhilatê Kongoyê duh derengiya şevê, lavên volkana çiyayê Nyragongo bi ser gundan de herikîn û nêzî 15 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, lavên volkanê, zêdeyî 500 xanî jî wêran kirine.
UNICEF’ê da zanîn ku ji ber kelîna çiyayê Nyragongoyê, zêdeyî 5 hezar kes ji bajarê Gomayê yê sînorî berî daye komara Riwandayê.
Her wiha bêtirî 25 hezar jî derbiderî bakur-rojavayê Sake bûne.
UNICEF’ê da xuyakirin ku ew ji bo zarokan navendan ava dikin.
Teqîna mezin a herî dawî ya volkanê Nyrangongo 17’ê Çileya 2002’an pêk hatibû, zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî teqînê rojhilatê bajarê Gomayê tijî lav bûbû.