Rûspiyên eşîrên Ereban banga naskirina Rêveberiya Xweser kirin

Rûspiyên eşîrên ereban banga naskirina Rêveberiya Xweser kirin û gotin ku Rêveberiya Xweser wan temsîl dike.

Rûspiyê eşîra Begara El-Cebel, Mihemed Ehmed El-Hisên destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser nêzî hemû pêkhateyên herêmê ye û pêdiviyên wan bi cih tîne.

Ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser cudahiyek mezin a erênî li herêmê pêk anî ye.

El-Hisên ev tişt anî ziman:

“Em dixwazin ev rêveberî bimîne. Ji ber ku hêviyên gelên herêmê pêk anî, wekhevî di navbera hemû neteweyên herêmê û di navbera her du zayendan de pêk anî.”

Her wiha Nûnerê eşîra Şerabiyan Ehmed El-Xidir jî da zanîn ku hemû welatiyên li herêmê hemû mafên xwe stendin, ev yek di dema hikumeta Şamê de tune bû.

El-Xidir diyar kir ku Rêveberiya Xweser gel temsîl dike û hemû pêkhateyan hembêz dike û mafên wan diparêze.

Back to top button