Civîneke balkêş li Enqerê pêk hat.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Nûnerê Taybet ê DYA’yê ji bo Sûriye û Iraqê, Tom Barrack re civiya.
Her çend peyamek “armancên hevpar” ji Washingtonê hat jî, nexşerêya ku di dosyayên Sûriye û Iraqê de were şopandin mijarek meraqê bû.
Piştî civînê, Barrack li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal diyar kir ku “hevkariya DYA-Tirkiyeyê encamên berbiçav dide.”
Barrack her wiha teqez kir ku her du welat gelek armancên wan yên hevpar hene.
Lêbelê, hûrguliyên der barê naveroka civînê de bi raya giştî re nehatin parvekirin.
Bi taybetî, tu daxuyaniyek fermî li ser vê yekê nehat dayîn ka bakurê Sûriyê, pirsgirêkên ewlehiyê yên li Iraqê û hevsengiyên herêmî hatine nîqaşkirin an na.
Balkêşe ev têkilî berî Civîna Bilind a NATO’yê ya ku wê 7-8’ê Tîrmehê li Enqerê were lidarxistin, pêk hat.
Li gorî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdarî civînê bibe.
Her çend Enqere û Washington peyamên hevkariyê dişînin jî, pirsa ku ev hevkarî dê çi encamên wê ji bo Kurdên li Sûriyê, hevsengiyên herêmî û aktorên herêmî hebin, hîn jî di rojevê de ye.



