Hêzên rejîma Îranê bi top û hawanan êrişî cihên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê yên li Merîwanê, kir.
YRK’ê dibêje ku di çarçoveya parastina rewa de bersiv daye.
Kuştî û birîndarên aliyê Îranê çêbûne.
YRK, li ser liv û tevgera leşkerî ya dawî ya li bejahiya Merîwanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê, di 7’ê Hezîrana 2026’an de hêzên çekdar ên Îranê bi top û hawanan êriş li cihên ku hêzên YRK’ê lê hebûn kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YRK’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrişan dane.
Her wiha YRK’ê îdia kir ku di encama pevçûnê de di nav hêzên Îranê de kuştî û birîndar çêbûne.
Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku di vê bûyerê de ti zerar negihiştiye hêzên YRK’ê.
YRK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ku hêzên wan ê li hember her cûre êriş û hereketên leşkerî yên li dijî wan, di çarçoveya mafê parastinê de bersiv bidin.



