Roksen Mihemed: Projeya Netewa Demokratîk li zora dewleta Tirk diçe

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin Roksen Mihemed barê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got: “Bê gûman dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her awayî û hemû cûreyan ranewestîne.
Gel wê bi berxwedana xwe ya bi rûmet û bi girêdana bi ax û welatê xwe re bersivê bide van êrîşan. tu carî dest ji têkoşînê bernadin.”

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksen Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nirxand.

Roksen Mihemed diyar kir ku dewleta tirk êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her awayî dewam dike herî dawî jî binesaziyên herêmê kir hedef û got:

Projeya netewa demokratîk li zora dewleta tirk diçe. Dewleta tirk tehemul nake ku gel bi hemû pêkhateyên xwe li dora rêveberiya xwe kom bibe. Ji ber vê yekê dijminahiya xwe didomîne û derbeyê li ewlehî û aramiya tevahiya herêmê dixe.

Dewleta dagirker a Tirk armanc dike ku gel ber bi penaberiyê ve dehf bide da ku karibe projeya xwe li ser bingeha guhertina demografîk pêk bîne.”

Roksen Mihemed: Bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta tirk

Roksen Mihemed bêdengiya navneteweyî li dijî êrîşan rexne kir û wiha anî ziman:

”Her kes dizane ku ev êrîş dibin tawanên şer, lê rûdana wan di nava bêdengiya navneteweyî de, dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku bêyî rêgiriyên qanûnî û exlaqî li ser van êrîşan dewam bike. Em ji tu kesî hêviya parastinê nakin, lê bêdengiya navneteweyî cesarete dide dewleta Tirk .”

Roksen Mihemed: Emê tola gel û şehîdên xwe hilînin

Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed soza domandina berxwedanê li dijî êrîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Em ê bi hemû hêza xwe berxwedana gelê xwe biparêzin.

Çawa ku me li dijî rêxistina terorê ya herî bi hêz a weke DAIŞ’ê berxwedaneke bêmepa da meşandin,

Bi heman hestên tolhildanê wê gel bi berxwedana xwe ya bi rûmet û bi girêdana bi ax û welatê xwe re bersivê bide van êrîşan. tu carî dest ji têkoşînê bernadin.”

Back to top button