Êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî çavkaniyên jiyanî yên gelên herêmê dewamin.
Dagirkeriya Tirk bi bombebarana xwe binesaziya herêmê dike armanc.
Gelek sazî ji ber êrişên hovane ji xizmetê derketin.
Bêtirî 2 milyon û niv welatî bê av, elektirîk, sotemenî û nan mane.

Dewleta Tirk a hov bi hemû awayên êrişan dixwaze gelên herêmê qir bike û bide koçberkirin.

Ji 23 Kanûna 2023’an ev êrişên li dijî binesaziya xelkên herêmê nehatine rawestandin.

Dewleta Tirkiyê gundewaê Minbicê topbaran kir

Îro jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hebûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kantona Minbicê topbaran kirin.

Di topbaranê de gundê Farat, Dendeniye, Um Edese, Siyade, Qirtwêran, Yanlî û Erîme hatin hedefgirtin.

Dagirkeran doh bi şev jî heman gund topbaran kiribûn.

Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê rawestiya

Ji ber bombebarana li dijî çavkaniyên herêmê, zirarekî mezin gihişt binesanê û piraniya wan êdî ji xizmetê derketin.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 14’ê Çileyê aşxaneya El-Xêrat a li başûrê navçeya Amûdê bombebaran kir.

Ev aşxane li herêmê 2’emîn aşxaneya herî mezin e û pêdiviya ard a kantona Cizîrê û beşeke kantona Dêrazorê peyda dikir.

Lê ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker, aşxane rawestiya.

Ev yek bandor li hilberandina nan kir.

Kantona Cizîrê bê elektirîk, av û gaz hat hiştin

Ne tenê ew, her weha xelkên kantona Cizîrê bê elektirîk, av û gaz hat hiştin.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesazî û saziyên xizmetê de 2 mîlyon û nîv şêniyên kantona Cizîrê bê kehrebe (Ceyran-elektrîk), av, gaz û mazot hatin hiştin.

Asayiş: Bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmê me dewam e

Derbarê êrişan de, Navenda Ragihandinê ya hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Navendê got, bomberdûman û hedefgirtina sîstematîk a dagirkeriya Tirk ya li ser navendên xizmetguzarî û jiyanî dewame.

Doh bi şev artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer careke din mûnşaata gaz û elektrîkê ya Siwêdiyê bi zêdetirî 10 rokêtan kir hedef û mûnşaat bi temamî ji kar derket.

Navendê diya kir ku artêşa Tirk a dagirker bi dehan gundên sivîlan yên Minbic û Kobanê jî topbaran kirin.

Di 72 seatan de 80 navend hatin bombebarankirin

Tenê di 72 saetan de, Dewleta Tirk a dagirker 80 navend bombe û topbaran kirin.

Di êrişan de 7 welatî birîndar bûn, binesaziya herêmê, saziyên xizmetguzariyê ji xezmetê derketin.

Back to top button