HPG’ê nasnameyên du gerîlayên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de şehîd bûbûn jî eşkerekirin.
Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên du gerîlayên di operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir her du gerîla bi şêwazeke fedayî û lehengî beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk bûn û bi berxwedana xwe xeta têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin.
HPG: Şehîd Serxwebûn û Rizgar xeta têkoşînê ya 2024’an diyar kirin
Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna her du gerîlayan wiha hate gotin;
“Hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar bûn şopdarên xeta têkoşînê ya Sara, Rûken, Rojhat, Erdal û navên xwe li dîroka me nivîsandin.
Bi pratîkên xwe yên serkeftî û pîvanên Apocî, disîplîna leşkerî, cidiyeta şoreşgerî derbên herî giran li dagirkeran xistin.
Malbatên hêja yên milîtanên fedayî yên mîna hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar û gelê Kurd dikarin bi zarokên xwe yên leheng serbilind bin.
Ji ber ku bi lehengî û têkoşîna xwe ya fedayî ji bo welatekî azad, bûne cihê serbilindiya gelê me.”
HPG’ê di dawiyê de ji malbatên her gerîlayan û gelê Kurd re sersaxî xwest û soza pêkanîna armnacên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne;
Navê Kod: Serxwebûn Serhed
Nav Paşnav: Sefa Altunay
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik: Mecbure
Navê Bav: Mehmet Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2024’an /Zap
Navê Kod: Rizgar Çavreş
Nav Paşnav: Ronîcan Hemo
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Hamîde
Navê Bav: Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2024’an / Zap