Li Girê Spî ji bo xwepêşandanê asteng bikin rê girtin û mizgeft dorpêç kir

Li Girê Spî yê dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêyên kantonê girtin û mizgeft dorpêç kir da ku şênî xwepêşandanan li dar nexin.

Biryar bû ku piştî nimêja înê li mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li bajarê Girê Spî xwepêşdanek bihate lidarxistin.

Li gorî agahiyên çavkaniyek xwecihî dane, çeteyan bi fermana waliyê Tirk ew mizgeft dorpêç kir û rê girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 4 rojên pêşîn ên vê mehê de li Girê Spî û bajarokê Silûk xwepêşandan ji ber rewşa jiyanê ya xirab û kiryarên dagirkeran hatine lidarxistin.

Back to top button