Rêxistinên jinan qetilkirina Nexem Ziyab El Nezal şermezar kir û got, dê hesab ji sûcdaran were pirsin.
Endamên rêxistinên jinan li hemberî vî sûcî çalakiyeke protestoyî li ber mala Nexem li dar xist.
Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa axivî û qetilkirina jinan bi tundî şermezar kir.
Rîm Îsa destnîşan kir ku ferq di navbera kesên sûcên wiha hovane li dijî jinan dikin û çeteyên DAIŞ’ê de tuneye û got:
“Em rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li hemberî sûcên hovane yên ku li dijî jinan têne kirin bêdeng nemînin, em ê hesab biprisin.”