Feraşîn a 8 salî bi şandina nameyekê ji Gerîlayan re hizkirina xwe diyar kir

Faraşîn Asmîn a 8 salî ku li Fransayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ji gerîla re qerteke diyariyê şand.

Faraşîna 8 salî qertek ku li ser kulîlkek xêz kiribûn û ji xerciyên xwe yên dibistanê 100 Euro ji Gêrîlayan re şand li ser qertê jî peyamek nîvisand peyam wiha ye:

“Heval ez gelekî ji we hez dikim bi vî pereyê min hûn ê ji xwe re ya gore yan jî lepikan bikirin.”

Piştî ku ev diyariya Faraşîn gihîşt gerîla, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan nameyek Faraşîn re nivîsî.

Mûrat Karayilan diyar kir ku peyam Feraşîn ji bo gerîla bû moral .

Karayilan di nameyê de got: “Hevala min a hêja, keça bedew a Kurd gerîlayên jin ên ciwan jî ji bo te hin diyarî amade kirin û şandin e .

Silavên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bigihîne ciwan û zarokên Kurd ên li Fransayê.”

Back to top button