Li Mexmûrê koma duyemîn çalakiya nobetê dewr girt

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo ya di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi koma duyemîn didome.

Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya nobetê dewrî koma duyemîn hate kirin.

Li ser navê koma yekemîn çalager Sultan Yildiztan axivî û tecrîda li dijî Rêberê Apo tê meşandin şermezar kir û wiha got:

“Armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Rêbertî ye.

Ev 24 salin Rêbetiya me di greva Îmraliyê de tê ragirtin û ceza li ser ceza lê dibirin, ji bo vê êdî tehemûla me nemaye divê gelê Kurd dengê xwe bilind bikin.

Li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin da ku em bikaribin vê tecrîdê bişkînin.

Divê her Kurdekê ku dilê wî ji bo Rêbertiya wî, ji bo şehîd û şervanên wî lêdide pêwîste rihet ne rûnin.

Ji bo wê jî divê em di nava çalakiyan de bin û li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinê çalakî dewrî koma duyem hat kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Back to top button