Li navçeya Rûbaroka Colemêrgê leşkerên dewleta Tirk a dagirker 4 ciwan binçavkirin.
Li gundê Bêruhê yê Rûbarokê leşkeran dewleta dagirker êrişî 4 ciwanên ku pezên xwe birin ser avê, kirin.
Serhat T. yê 16 salî piştî ku pezê xwe bir ser avê, leşkerên Qereqola Yeşîltaşê jê re gotine
“Çi karê te li vir heye? Hûn li vir çi dikin?” û êrişî ciwanan kirin û ew binçavkirin.
Her wiha leşkeran telefonên her 4 ciwanan jî desteser kirin.
Hat diyarkirin leşkeran ciwanan birine Qereqola Cendirmeyan a Rûbarokê.
@tvronahi
Li navçeya Rûbaroka Colemêrgê leşkerên Tirkiyê 4 ciwan binçav kirin.
🪩 https://t.co/IrCaCqSa5K pic.twitter.com/ed2nvxxfic— Ronahi tv (@tvronahi) July 26, 2023