Li Nisêbînê serdegirtina malan, jinekê jiyana xwe ji dest da

Li Nisêbînê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser malan de girtin, jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî hatin biçavkirin.

Li kolana Sakarya ya taxa Selahadîn Eyubî ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsên dewleta Tirk a dagirker avêt ser malekê.

Li gorî ajansa MA’yê di dema girtina ser malê de dengê çekan hat û paşê teqînek çêbû.

Heman çavkanî ragihand ku di pevçûnê de jinekê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha kesek birîndar bûye û tevî birîna xwe hatiye binçavkirin.

Piştî bûyerê kolan ji çûnhatinê re hat girtin û polîsên dewleta dagirker hemû tax dorpêç kirin.

Piştî vê bûyerê serê vê sibehê jî li heman taxê polîsên dewleta dagirker bi ser malan de girtin û keseke bi navê Bedîa Adiguzel hate binçavkirin.

Back to top button