10 sal di ser komkojiya Til Hasil û Til Eranê re derbas bû

Dengên tekbîran ji mizgefta gundê Til Hasilê bilind dibe û dûre ji heman mizgeftê bangeke din tê; “Kurd kafir in, jin, zarok û pereyên wan ji me re helal in!”
Bi vê yekê komkujiya li bajarokê Til Eranê bi beşdariya komên çete yên girêdayî PDK′ê pêk hat.

Ji salvegera Komkujiya Til Hasil û Til Eranê re tenê rojek ma.

Ev komkujî bi destê çeteyên El nûsra, DAIŞ û komên kurdî yên bi ser PDK’ê ve pêk hat.

Til Hasil û bajarokê Til Eranê dikeve rojhilatê Helebê.

Ev şêniyên van herêman ji ber kurdbûn, bûn hedefên çeteyên navborî.

Welatiyê bi navê Cuma Kalo yê ji gundê Til Hasilê yek ji rizgarbûyiyên komkujiyê ye, wiha bahsa buyerê dike:

“Nêzî 30 komên çete; Cebhet El Nusra bi piştgiriya çeteyên DAIŞ′ê û komên qaşo Meclisa Leşkerî ya Helebê, komkujî pêk anî.”

Cuma Kalo eşkera kir ku wî bi çavên xwe dît ku komên çeteyên beşdarî komkujiyê bûne ala PDK′ê hildabûn.

Têkildarî pirsa ev komên çete kî ne, Kalo wiha got:

“Ev kom; Lîwa Yûsif El Ezme, tûgaya Selahedîn, Neviyên Selahedîn, Komala, Cebhet Îslamiyê ya Kurd, Tûgaya Azadî û di nava Ehrar El Şerqiyê de bi navê Lîwa Kurd tê naskirin.

Di 27′ê Tîrmeha 2013′yan de ku 19′ê Remezanê bû, berêvarê dema welatiyên gundê Til Hasilê yê li başûrê rojhilatê Heleb nimêj dikir, komkujiyê dest pê kir.”

Li gorî Kalo, komên çete kesên di mizgefta gundê Til Hasilê de dorpêç kirin û revandin û hilgerîn ser dika mizgeftê û tekbîr avêt û agahî da:

“Kurd kafir in, jin, zarok û pereyên wan ji me re helal in!”

Piştî vê bangê

Çeteyan navenda Cebhet El Ekrad ku vala bû, dorpêç kirin, gule avêtin û rêya di navbera Til Hasil û Til Eranê de girtin, gelek welatî kuştin.

Di wê kêliyê de, şêniyan parastina xwe kir û di navbera wan û komên çeteyan de şer derket û kuştî çêbûn.

Ew jî piştî komên çete zêdetirî 30 welatî di nav de zarok û jin kuştin, bi hezaran revandin pêk hat.”

Kalo yê ku di 28′ê Tîrmeha 2013′yan de ji Til Hasilê derketiye, wiha got:

“Komkujî 2 rojan dewam kir.

Bi doçkeyên li ser erebeyan welatî qetil kirin.

Di dema komkujiyê de hêzên hikumeta Şamê çi kir?

Hêzên hikumeta Şamê li nuqteyên nêzî Til Hasil û Til Eranê bûn û van hêzan ji şêniyên Til Hasil û Til Eranê re got

an hûn ê radest bibin an jî hûn ê bi tenê li hember çarenûsa xwe bisekinin.

Şêniyan radestbûna ji hêzên hikumeta Şamê re red kir û wan jî ew li hember komkujiyê hiştin.”

Back to top button